A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Îrfan Amîda - Ewravî
129 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Îrfan Amîda - Ewravî

Tu li paceya min diketî
Reşêşkin
Ji kulika ewrên fedîkar bipekiya
Di esreke tahmmiz de
Xwezî di ber de mayî
Ji deman bêrî
û min dîsa kat diçand
çavên te
Yên ewravî
Li binê siya mêweke rez ên
Ji zû de nehatiye merdan
û rê li ber girtî
Gunehkar
Sêwî
Bûn
Kilamên huzam
Dibûn par
Ku ji ber hênikbûna
Xusara li pelê tûyê ketiyê
Xwe vediziya kela dil
Axewar
Mikur bihatana
Hêmayên yek bi yek mirar çûne
Bi destpelkê
Li nîvrojeke dii jê xeliyayî
û ferikî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?