A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Îrfan Amîda - Dîmenên Derizî
227 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Îrfan Amîda - Dîmenên Derizî

Bi peşkeke barana werza li ber çûnê tagirtî û lerzok, buxa
paca min te dibişire vêga narîn û şikestok. û çavên
min diqefile li bişirîna zerika reş, xweliya min a li
agirê xwe digere ji bo dêrana ber bayê êvariya xela dîtina te di tewe.
Firk diwênim li algûşkên xwe, tiliyên fitîla çirên sifir.
Newêrim derkevim derve.
Li esmên nexşeyeke guncanî. Dilkêşiyeke hingurîn.
Di hunkûfê spêleya takrihaniya guliyên te de
hêlaniye çirgîtiya perwazên pelçemokên pelepoş im.
şevbihêrka çivîkan dibilîne nîvcomayîna çêra
peravên paxila te. Li cûnitiya şêlû, şarokeriya
şewareya şîlanên gulgeşta sîngê te dikin,
bîranînên di kalanê bê de tewirîne.
Zehara çirîsîna niqrîskên kelegiriya kevajkêr, di
kemînên te yên bi dahfikiya çavên te sazbûyî de basko dibe.
û di kodika mêrxasiyê de ko dibe mêranî...
Esmer dizivirin ser şûva felcî. Sikratên bejî di xelekên dixana ji
razana paşila te difûriya de, çarpî bi çarpî. û reş dixeniqe bi
dastana evînê ya ji neya Rustem HESEN xunavî diherikî.
Mayende dimeye bêhna xemrî li malzaroka tariya çîrvîrî.
Newêrim derkevim derve.
Siya şewlî stewr şikiyaye ji ber xewna mijangên mûçekêr û
nepenên nepişî çilkiyane şaneyên bêkêr. Di bêrîka qutikê
zeyên malkambaxiya min de, kifnik girtine qinên giliyê
bêxêr. û kevzî ye zayîna keviyên zayok, li rûkewiya
rapelûşkên dekzaniya reşika razayî. Li çenga çilkên çivîkên
çelînî dişitlîne bizrê riziyayî.
Li hundir koçer im koçêr im xwe diçêrim. Newêrim
Ku derkevim di rehleya dergûşa bêdoş de, dê xwînêriya
pirtûkên te yên bêpeyam bikim. Di merzên zeviyên te yên
kilkirî de, wê bitefirin şevçiraxên şengîtiya şabûna şermok.
Bi tûka nivîşkê kila kulên kurmî. Xurîniya tisîbûna newaya
xalxalokên li ber perên reşçemiya şevîniya te distirênin dişikênim.
û li ser sêwîbûna rûbarên kêferatî bê xwe diseridim.
Xortaniya viritî di kulik de bi çelê fal ketiye. û xaçerêkên
çîrokên xwe bi ferşikên xizaniya tirsdêr a zimanşikestina ji
ber gefxwariniya sotîner, resîf dikim.
şikarteyên min ên geşta parsa sala berfa sor, derî bi derî yên
taxên te bi dahnûyî belav dibe: ji xêra diranderxistina
derdên derz li deriyên min xistine û şor diçerizînin rehên
min rewrewkên revok ên rê li ber rawestîna perestîşkirina
min digirin a li peristgeha bê min pişka min lê ketiye.
Kêliyên wêrek li nêrekên şaxên dugulî yên şîngulî dixeyirin.
Dema li ber çavîka tifika li binê dara sind. Destarê hêra
bêhna te. Dineqirînim. û rojiya rojên rênêrînê di dawa
heyva remikî de ya mişaxa mîrata te ya gezokî lê raxistî ye kitim dibin.
Di kulabeyeke kulêmekî de, bi şeva pengavî re îşev bi
pirikeke parsekî girêdayî me.
û di kêliya sînorê xwekuştineke sêwî re binxet dibim.