A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Îrfan Amîda - Çîroka Şevê
437 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Îrfan Amîda - Çîroka Şevê

Tu bê...
Ez ê dengekî bilîlînim li bê
û ji te re vehêjim çîroka şevê
Lê neyê!
Tu bê...
Ez ê li helbestên xwe bêm xezebê...

çilê çûna te qediya...
çengek şewla şikestî. Li şevên şîrkuştî. Li binê
baskên çil
çivîkên çîqcûn, bi çilê çûna te dikevin û çil gêrikên
firok, li
çilkanîkan, ji rojiya çil rojî bi xwîna binçengan
diftirin.
Kewn dikewin û pîrhevokên min dibin kew li
algûşkên şevan, şev diheyirin.

û bajar dibe epîgrafek di çîroka şevê de. Helhestî...
Di tu şevan de hilnayêm êdî
Ez nîşeyeke li binê helbesta bişirîna te derizî...
Dixana cixareya min li dilopên dora piyala şerabê direqisin.
û dem di kezeba piyalê de sor dixeniqe. Bi xweliya agirê ji
dil dirivîne diqelişe esmanê devê min. Her qelşek hi qasî
giraniya peyvên ku nehatibûn gotin, xwe bi xwê diguvêşe.
Dema ku bi awirekî xizan û poşmanbûyî dibim
mêvanê bejn û bala xeyalên ji xiyala min dernakevin.
û bi mircan û morîkên zarokî xwe dadilqînin, ji nîvê şevê û pêş de
bîranîn. Bi stûna qesra di dilê derizî de. Dibe xiramet
di stûyê min de şeva serxweş û lal. û peykereke
dixanî ku ji bişirîneke qurifî û keserîn maye.

şevan. Bajaran diafirînim ji stêrkan. Mişt peykerên
te, li her quncikî. û yek bi yek ez ên xwe li
gewrîboziyên wan dikim şa`n.
Li qevda lingên te tiliyên min dibin xirxal.
û bi çîrçîrokên her tu tê de yî, dixewînim qurixa
rûyê te lê wênandî.
Ji bilî te, bê tirs, bi lêvên ji tîna te terikî û bizimanê
sawgirtî, stranên ji xwêdanê fetisî dibilînim, ji her
têlên porê te yê ebbara vî bajarî. Ku her min ên min li bin
qerimî. û her stêrk dibin tu û dibarin hina hina wekî
hebên berfa serhedî.

Dizanim ku negirim
hilolîkên payîzxêrkî
bi mijangên xwe yên ewravî
tê min bidî girtin.

şevan, diya min li pêşiya miriyên min nimêj dike, du
rik`et ji bo def`a nifirên qismet girtinê. Xwişka min gurçika guran
û sonda lîlîna heft dengan dixwe ku stewriya heft tebeqên
esmên biqelêşe, hê jî bi êş e, diêşe rebenê û bi baskên
pelçemokan sîlûetên te diparzinînin çavên wê yên hingivîn,
lê qet li hev nayê fala qereçiyê. Kundê li ser dara tûyê
bi tundî rûdinê.

û ji dêvla min dest bi girî dikin çirçirkên hewşê.

Dizanim ku negirîm ez
Bi hêsirên gincirî
Wê birizin bîbikên kizirî
Tê min bi girî vekî.

şevan, şivanê keriyê pîrhevokan, nêçîrvanê şopên te me, li
van deran. Di kulavê xwe de kurmî, digel şîretên pîrhevokên
bertîlkirî. Paşîva min beytikên ji sîngê te şîrvekirî. û li nava
deviyên daristanên derewîn. Li benda şîva êvara înê ne mar
û marmarakên kemînên xewlekirî, ez li ya pêjna te...
Bizot be jî ger min bisoje.

Bêhna te bila bi hingura şevê be û bila Helepçeya te bim,
min bişewitîne tevî pîrhevokên min, kur bike dûndê
diyê di dawê de. Qet nebe destê xwe di kevirê...
rohilatî yê gorê bide
ku dilê xwe li tîna te hênik bikim û dû re, bi pêçiyên darînî
bidêre porê xwişk û diya min, ber destê êvarê. û tu jî
dengekî bilîlîn li bê... Lê tu nayê.

Dizanim ku nerim
Dil nexedirînim
Wê xela li min rabe. Tê bibî
Stêrkên şeva min
Ez ê bê bajar bimînim.