A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Îmad Şêxanî - Xabûr
107 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Îmad Şêxanî - Xabûr

çavên xwe..
Dugvêşim ji xewnên zaroktiyê
Mebestên min....
Bûne pelên payizî
Di destê bê kavîyde
Her şewitand ew bîranîn
Li ser lengergehê wendabûnê
çavên xwe..
Dugvêşim ji wêneya evîna xwe
Rondikan dimalim
Bi salên xortaniya xwe
Tenahî ji mir dibe peyala wendabûnê
De biherike..de biherike
ey xabûr….
Di nava rehên min de..
Bera pêlên ava te
Zinarên dilêmin…biherifînin
Bera pêlên ava te
Vedengiya dilêmin…biçirîni
ey..xabûr..
Bilîze di nava laşê min de
Hîn….
Bazbenda evîna te tîrêjek xurte
Di jîna min de…
ey xabûr…
Qey nayê bîra te peymanên zaroktiyê
Gava destên min dinava sînga tede dilîst
Dilerizî dilê min û te..bi wê yekbûnê
Hîna..hîna
Dengê nivêja te di guhêmin de ye..
ey xabûr…
Hîna ew qewselin min û te di ramanê min de ye
Hîna ew hêsirê evîna minî yekemîn
Di nava rehên te de ye..
ey xabûr..
Hîna sawirê zaroktiya min
Li ser peravin te dilîze..hey xabûr
Hîna zixta evîna te min disote
ey xabûr…
çima…çima
Te min zuhakir…. ey xabûr…
Helbestên din ên Helbestvanî/ê