A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
İlhan Sami Çomak - Tenê ji te re IV
250 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

İlhan Sami Çomak - Tenê ji te re IV

Min got tenê ji te re ne hespên ku di eniya min de
pîkolî erd û erşa dikin
Siya çiyayên tenê ji bo birûyên te ne
Da ku ez ji te hez dikim, da ku ewrên çavên min
Bi ken û ramûsana te bicivin ser hev
Min got gulê, sînga min tenê ye li ber bayê sar
Şeva min tenê ye li ber tariyê, xwe bihewîne...
Û dengê keskesoran tê ji devê te
Di bin ewrên reş de ez tenê me.
Hûrgiliyêk: Ez ji keskesorên devê te
Ji xwe re, ji fetlên avê re
Ji çar aliyên artêşa xwîna xwe re
Ku ji ber bayê porê te wekî çirûskek
Hilpekîya çavê min û min xweziyê
Xwedê daqurtand, ji perperokên
Dilê xwe re lehiyek rakir. Ew
Şîrqînî ji birûska evîna min dertên...
Hûrgiliyek din: Min ji tara mirîşkan
Heya sabûna serşoke ku pê çawê min dişewitiya
Û te avê li serê min dikir ku dikeniyayî û her dikeniyayî
Ji kerengan, ji muzîka Tara Jaf
Ji newalên av jê miçiqîbûn, ji hespê şê û kumêt
Tevî etlasa bêrîkirinê, tevî sonda mirinê
Ji çol û beyaran ku jê çingîniya bêdengiyê radibe...
Min her û her tiştî bi oxira destê te
Bi oxira çavê te afirand
- Xwedê dilikume. Dinya bi te xwe radigire.

Ez tenê me ji sîng û berê te re
Heta hetayê û hwd.
Kirasê şevê çiriya hesreta me ma şilfî tazî
Û ba ji serî heya binî ba porê te bû ba
Tiliyên te bi avê ket kevz bû ba
Pê re destar hêriya, pencereyên rojê herifîn bûn ba
Lêvê min bi şîlana devê te ket
Ji xewa evînê çûk firiyan bûn ba
Hurgiliyek: Berfa ezmanê min
Bi navê te dibarin. Û tu di nava sînga
Min de hînî ajnê dibî.
Dereng e; de bihûşt ke, dereng e; de bizot ke bedena min
Bi hembêz û tîna gewdeyê xwe
Da ku ramûsanên te kêrangê jiyana min e
- Sor e şîn e bi azweriya şûr
Sûna ye. Neçar im ji te hezkim
neçar im ezbenî hwd.
*02.09.2013
**Çavkanî: Selîm Temo, YouTube
Helbestên din ên Helbestvanî/ê