A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Îlhamî Ozer - Mirin
266 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Îlhamî Ozer - Mirin

şev bû...
Reşî û tarî tevhevbû
Tiştekî li derî yê dilê min xist
Bêdengî bû
Ne xew bû

şev bû
Xof û tirs tevhevbû
Nalînek di gûhê min de herikî
Ba nebû, rev bû

şev bû
şaşî û xeletî tevhevbû
Ez li benda xewê bûm
Yê berê xewê hat Ew bû...