A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Îlhamî Ozer - Min Xemsar Neke
213 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Îlhamî Ozer - Min Xemsar Neke

Ez avake tazî me şermokim zîzim
Di heman demê de
Xizan im, belengaz im
Min di nava bijangê xwe de veşêre
Bila neqefilim, nelerizim

Ez erdekî rûtim
Heta îro tu kesekî ez najotim
Dirûnkerekî kor
Bi mistek esmanekî re ez dirûtim
Bêbehn û hilm hiştim
Barê min tengasî û zîzî ye
Min di deleva çavê xwe de veşêre
Bila cemeda tariya min biderize

Ez dareke birîndar im
Bê kulîlk û bê bihar im
Nalîna min di koka min de pûç kirine
Tamarê min dizîne
Silavekê ji min rebişîne
Bila mîna erdhejekî min bihejîne

Ez agirekî bê dû me
şewata ducanî ya min
Ji Beriya Zayinê heta îro didome
Nav û dengê min
Wek ala dîrokê bilind û berz e
Min di nava nasnameya min de veşêre
Bila beyî te kesek min neparêze
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?