A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Îlhamî Ozer - Min Bibihîze
152 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Îlhamî Ozer - Min Bibihîze

Di van danên dawîn de
Di xetêti eniya min de
Hinek dilopên xefilî
Mîna zîpîkên bi lome û gilî
Dişemitin çavê min ê teng û zelûlî

Beke tu kewaniyê
û navê te Arjîn e
Car caran were mêvaniyê
Van lome û giliyên
Nola bêçî û tiliyên êvara îniyê
Ji çavê min derxe
Bi destê xwe birijîne

Di van danên bêdesmêj û bênimêj de
Di nava ramanên min ê gêj û qirêj de
Deqqeyên bi tirkî, erebî û farisî
Tê mêwantiya xewnê min ên qerisî

Heke tu kewaniyê
û navê te Arjîn e
Yek caran were mêwaniyê
Wan cin û cinawiran
Ji baweriya min re neke cîran
Nepejirîne...

Hevrêya min
Di van danên
Mîna av û nanên tenêbûn û tûnebûnê de
Barê min ê veşartî, xwîn û tirs e
û bilî dilê min
Tu kes rewşa wan napirse

Heke tu kewaniyê
û navê te jî, Arjîn e
Êdî were
Gend û gemariya barê min paqij bike
Di devê tenêbûn û tûnebûna min de birijîne