A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Îbrahîm Seydo Aydogan - Wechê Te Diyarbekirê Tîne Bîra Min
194 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Îbrahîm Seydo Aydogan - Wechê Te Diyarbekirê Tîne Bîra Min

‘nerîna te’
tu li min dinerî
li bajarekî mirinê ji nav xeyalan
ez rêyekê datînim ber xwe di çavên te de
û diçim...

‘çavên te’
çavên te bajarekî tîne bîra min
çavên te hemû umrê min î wendayî
çavên te Diyarbekirê tîne bîra min...

‘kenê te’
kenê li ezmanan hatiye reşandin
û her stêrkek bûye şanikek li ber lêvên te
her kenekî te kêrek
her kenekî te behreke dadayî di dil de...

‘lêvên te’
her ku ez difikirim
heftê caran erd diheje li vir
heta ku ez nemêjim ji wî şekirê lêvên te
ne roj tu roj e ji min re
û ne jî şev tu şev...

te digot ji min re kulîlkekê bîne
te digot ji min re kulîlkekê bîne, bila neqefile
ma qey tu nizanî
min emrê xwe li kolanên Diyarbekirê reşandiye
umrê min niha di nav êgir de diqefile

te digot ji min re stranan bêje, bila ji dil bin
ma qey tu nizanî
min dilê xwe li wir hiştiye
dilê min dişewite niha di nav bêrîkirinê de

‘wechê te‘
wechê te hemû derdan bi min dide jibîrkirin
tu xwe nede alî
wechê te Diyarbekirê tîne bîra min...