A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Îbrahîm Seydo Aydogan - Li Dû Ma
189 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Îbrahîm Seydo Aydogan - Li Dû Ma

Dewra hemû peyvên ku ji tûrikên dengbêj û helbestvanan ketinin li dû ma. şerê pehlewanîya dilê min ku çi gava çav li te diket şûrê xwe dişikenand û sûnd dixwar ku ew ê nema çek û rextan girê bide û dibû zarokek, sêlekekî li ber dîwaran li tenişta te…
Li dû ma.
Bi bişirandineke te qesas li xwe mukir dihatin
U digotin qesasnediyar di eslê xwe de diyar e.
ji xwe de diyar bû.
Lê ew giş li dû man.

Wê rûpela zer ku tê de nameyek nivîsandibû ji min re tê bîra te? Te gotibû : berî niha bi çar hezar salan, yekî dil dabû jinekê ji tirsa hêza evîna xwe, çûye xwe avêtiye bextê Xwedayan. Ji bo ku ji kesî re behs neke û kesek jî ji wî re behs neke xwe kerr û lal kiribû, ji bo ku wê nebîne û kesî jî neşibîne wê, xwe kor kiribû. Bi salan xwe di wê şikeftê de veşartibû. »
Hinan bi dû re ew bi zorê ji wira derxistibû. Dildara wî ya ku jê re hatibû behskirin ku vî zilamî ji bo evîna wê li xwe weha kiriye, gava bihîstibû hatibû cem wî. Zilêm ew ji bêhna wê naskiribû lê gotibû « ev ne ew e. » û dîsa vegerîyabû şikefta xwe û heta ku miribû jî kesî nema wêrîbû bi ser de biçûya
Xelkê bi dû re dîtibû ku dîwarên wê şikeftê tev bi sûretên dildara xwe vekolandine û xemilandine.
Te behsa wî zilamî û evîna wî kiribû ji min re
Dema wan evînan li dû ma
Destnivîsa te ya li ser wê kaxeza zer jê çû
Lê hemû xêzên rûyê te di bîra min de man
Tu bûyî wêneyekî kevin ji demsaleke kevin
Ew hemû dem, hemû li dû man.

Qesas li xwe mikur tên û
Dibêjin ku qesas nedîyar
di eslê xwe de dîyar bûn
Ji xwe dîyar bûn
û me ji berê de zanîbû
Lê ew giş li dû man

Dîsa jî tu têyî
Di segurka êvaran de were
Bila kes te nebîne

çi dibe çi nabe
Dijminên me hene...