A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Îbrahîm Seydo Aydogan - Kobanê...
159 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Îbrahîm Seydo Aydogan - Kobanê...

Ne payiza umir bû, min xewnên te kiribûn balgîf ji xwe re
refê xortikên nûgihiştî û keçikên xama li tengala te ne
kalemêrekî ji zarokan re çîrokeke weha
digot ku "di dawiya wê de tu dihatî û te prenses rizgar dikir"
bi ramûsanekê...

wê qelema ku dîrokê dinivîse gelo dê nelikume
heger remildar ne şaş bin vê carê
û şêxan xelet nexwendibin
û dunya xirab nebe
min dît ku jinan li ser tenûrê qal dikir
li qahweyan digotin
zarokên penaber di stranên lîstikan de digot
û li nav konan baz didan
ku we sûnd xwariye
ku welatekî ji wan re ava bikin...

te xewnên me ji xwe re kirine balgîf
da ku gidî
tiştek bi wan neyê...