A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Îbrahîm Seydo Aydogan - Hawaran Bi Navê Te Dest Pê Dikirin
588 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Îbrahîm Seydo Aydogan - Hawaran Bi Navê Te Dest Pê Dikirin

1.
ma ji wan pê ve
kî dikare bi tayê bikeve li ber evînan
ma kî dikare mîna wan
xwe xweşik bike wusa
û şer...

yek ji wan xweşikan ez bûma
û çav li te biketama xwezî...

her ku bayek bihata ber bi gundê we de
min ê dilê xwe li piştê bikira ji te re
û du cercûr fîşek beradaya li pey wî
bi demança xwe ya qebzezîv...

min ê çemek biherikanda ji ramûsanên xwe
û li ber deriyê we bisekinanda

yek ji wan hezkiriyên te ez bûma
û te jî xwe di wî çemî de bişuştaya her êvar...

min ê kil çêbikira ji çavên te re ji hêsirên xwe
û nemirtiyek bianiya ji yezdanên xwe
min ê bedewbûna Xecê û Zînê bidaya te
min ê gulek nûşîn, nûpelda
çemek serîhildayî
dilek tijî evîn
û hemû esmerbûna Diyarbekir...

yek ji wan egîdan ez bûma
û pismamên te jî nikarîbûna têketana devê rê...

min ê te li pişta hespê xwe bikira
û li wan gundên berriyê bigeranda mal bi mal
min ê te bikira gul li baxê ku lê bûye zivistan
û xwe jî deng û awaz
ji bilbilê ku bi sedan salan strandin terikandibû re...

yek ji wan cegerbixwînan ez bûma
û min bikarîbûya di çavên te yên kilkirî de
hesîrên xwe bidîtana..

2.
min navê te mîna xewnekê bi bîr dianî ku ji zarokatî
û di şevan de jî janeke jibîrbûyî carcaran
min navê te mîna hêviyê bi bîr dianî...

3.
li Helebçê tu zarok neman
û li Lîcê
hêvî mîna teniyekê mabû li eniya min
bajar di siya xwe de dihatin şewitandin
gund di tîna xwe de
av nediherikîn
û şaîran xwe dikuşt her êvar
di terîqetan de jî
hêvî
nedima...

me ev keser ji çavên zarokên xwe dinasî
me ji giriyên dayik û dilketiyên xwe
me ji emrê xwe dinasî ev xwesteka mirinê
û ji kurdbûna xwe...

4.
tu digirî
û tu her êvar agirê dojehekê li bexçê xwe direşînî
her êvar celebekî din yê xwekuştinê diceribînim ez
her êvar
bi kerb...

min te divê
min dil
min evîn
min di dil de agirê dojehan divê yaaar...

5.
evîn tenê di tîna xwe de asê û temirî niha
evîn di yek navî de kêş û matmayî li şûna xwe
yek awir bes bû ji tûjkirina kêrên ko re
yek awir bes
bo ku dil
di lalbûna Helebçê de bibûya bilbil ji te re...

bes min bikarîba di çavên te yên kilkirî de hêsirên xwe bidîtana...

6.
her ku hawarek dihat ji Cizîrê
tu diketî bîra min
min navekî din li xwe dikir li ser hemû navan
û bi pey te diketim dîsa...

her ku hawarek dihat ji Cizîrê
min bêtir hez dikir ji te...

digotin wê çem berepaşkî biherikin
û wê jahr bibare devên dilketiyan...

min digot vaye ez hatim
de bila evîn eşkere bibin êdî
ez ê kilaman çêbikim ji yara xwe re
û bi wan çemên berepaşkî diherikin re
bişînim
ez ê agir bera canê xwe bidim bi yek derbê
li gastîna gundekî kavil û bêpejn
bê derblêdana dil
bo ku bêjim wê keçika berrîvanî
ez ji te hez dikim...

digotin hê jî qedexe ye evîn
û têne kuştin yên ku kilaman dibêjin...

min digot
qedexebûn tenê ji bo te ye ji xwe
û kuştin...

ji bo te ye ev bimbeyên di hembêza min de
û ji bo te ye dîsa
ev stranên ku
min ji mirina xwe çêkirine...

7.
keçê
ma ku tu jî nebûya
ez û Diyarbekir
me yê çi bikiraya beyî te
tu jî nebûya keçê
min ê çawa helbest lê bikira û li çavên reş bineriya
tu jî nebûya
min ê çawa bikarîbûya sînga xwe vekira ji meytên şaîran re
û Diyarbekir
ê çawa bibûya bajarê min...

8.
min xwe di nava keseran de nas kiribû
û di esmerbûna qedera xwe de ez bibûm helbestvan
min nikarîbû mîna xelkê ji ber bikiraya navê te...

evîn qedexe bû
û dihatin kuştin yên ku bi pey te diketin
ez hê çêlikê çivîkeke birîndar bûm
û ne ew qas jî mêr bûm ku beyî baskên xwe bifirim
ne ew qas jî bi rastî
lê belê
hawaran bi navê te dest pê dikirin li cem min

û min ji te hez dikir mîna Diyarbekirê..