A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Îbrahîm Seydo Aydogan - Cejn e Li Hewlêrê
216 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Îbrahîm Seydo Aydogan - Cejn e Li Hewlêrê

”Derdê te ye dil ji ber diêşit”
Ehmedê Xanî

Zarokên te kinc û kêfên xwe yên cejnê zû ji bîr kirin
şekirên ji nav malan hevdayî û belkî pêncî carî bi kêf jimartî
Li kolaneke Hewlêrê belavbûyî…
Ber deriyê zilamekî sozdayî tije zarokên bo tiştekî din civiyayî
Heke bihiştana, wî ê şekirên bêrîkên xwe li wan belav bikirana…
Cejna me pîroz be yabo qurbane
îroj li Hewlêrê konçertoya kerban e…
Li sûkên Hewlêrê
Bila do tu şekir nehataya firotin
Cejn nebûya
Melê azan nedaya
Kuşdarê wî di xewê de bimaya…
Bila îroj ez zarok bûma li Hewlêrê
Min ê şekirên dewa xwe li ber deriyê wî birijandana
Kulîçeyên nîvqertkirî
şorbeşîra li malê jibîrkirî
Tev li kêfa xwe ya nîvcomayî
Bêguneh
Cejn pîroz e
Lê bimbekirî…
Ez bûma, min ê xwe bi girî bikuştaya…
Hewlêr îroj laşekî êşiyayî
Sê şekirên ji bo navmaliyê hilbijartî
Ji Qamişlo, Mehabadê û Diyarbekirê şandî
“wey serçavan, wey serseran hatî”
Bi kêf bişirîn
Bawerkirî
Ezbenî
De rabe lo
Zarokên bêxwedî li ber deriyê te digirîn...