A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ibrahîm Ebdî (Keser) - Gulzar
69 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ibrahîm Ebdî (Keser) - Gulzar

çi gulzarek¹ bi rêk û pêk, gulek sor² tê de şîn hatî
Ciwan û çardesalî³ bû, nihînin tev de raz in

Li dora wê gulê man pasevanên4 jîr û jêhatî
Hezar bilbil ji bona wê bi feryad û newaz in

Ji tevna hiş dihûnin rist û helbestên lihevhatî
Li hember hev qelemkêşin gula nazik dixwazin

Ne hêsaye gihiştna wê ciwana rindî nûhatî
Dizanin tev qelen ristên qeşeng û kêşesaz in

Belê ristên ji rengê ristikên elmas û gewher bin
Tu kes neghêje razên wan, bi endazî dirazin5

Dilê hemyan bi wan şa bin, li ser lêvan ji ezber bin
Bi xêzên xwe şekir bin yan binefşên nêv terazin

Li ser pêlên di helbestê, bi qapan û durist bên tim
Li ba xwenda û guhdaran giran-nirx û be naz in

Ciwan û xort diyarî kin heval û hogir û yaran
Keçên nazik li zenda kin, di şûna zêr û bazin

Wekî camên çiqa tişne vexwin jê têr ne bin yekcar
Zelal û hênik û xweş bin, her û her jê bixwazin

Jehên saza bi wan serxwoş û mest bib`ne li sazên xwe
Firişt dakevne govendê bibêjin ev çi saz in?!

Ji çerxên xwe Gelawêj û stêr û heyv werin xwarê
Li asîman bifirrin tev, li pêş çavên te baz in

Keser vê qenc dizanit ku di warê rist û helbestê
Hemayûn ger vedin baskan bilind û serfirazin

Bi pênûsan, kesên wek wî dema tên mihrecanan zû
Gelek mêrxas û cengawer ji meydanê dibazin.

1 Gulzar: mihrecan e
2 Gula sor: xelat e
3 çarde salî: temenê mihrecanê ye
4 Pasevan: haris, (di virde mebesta min jê komîta nirxandinê ye)
5 Dirazin: dirêjin
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê