A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
I. Bêrîvan Celalî - Şervan Nagirîn
152 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

I. Bêrîvan Celalî - Şervan Nagirîn

Te her tişt li pey xwe hişt.
Te mêbûna xwe, ji bîr kir, veşart, kuşt.
Ne berdilkek rû û gerdena te dixemilîne
ne bêhneke xweş a parfumê ji te difûre
Te dilê xwe guherand kir pola
Te vîna şerî di nav xwe de kuta
ne cilên spehî û spî, yan gulgulî li te hatin kirin
ne jî bişirîna dergûşê di paşilê de te dilşad dike.
Ruhê te awaza baranên zivistanî dilîze
te xwe amade kir, tu ketî li ser riya mirinê, ya şewatê....
Êş, jan, xof, xem te têkildar nake
çaxa dikevî, dîsa û dîsa radibî.
Çiqas zor be jî, tu didomî, bicihanîna vatîniyê.

Tenê carinan di şevên sirtijî de, awirê te dikeve
ser stêr ku yek bi yek li ser ezmanê tarî derdikevin
û hesteke nediyar, nepenî kûr di hundirê te de derdibe, çêdibe,
bêrîkirinek,
xwestineke xwezayî ya jiyanê,
pêwîstiya ruh û canê.

Û tu alava nû geşbuyî zûzûka vedimirî di nav xwe de.

Ji ber ku şervan nagirîn, delalê!

*Bi destûra helbestvanê ye.