A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
I. Bêrîvan Celalî - Dilxwestina Keçeke Xama
121 Xwendin
4 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

I. Bêrîvan Celalî - Dilxwestina Keçeke Xama

Were ba min dildarê min
Destên xwe li ser min bigerîne
bi nefesa xwe gerdena min bimistîne
bedena xwe hêdîka li ser min bijidîne

dema em winda dibin
li ser baskên evînê

Were ba min xwoşewîstê min
Bila porê min sînga te bidiqdiqîne
û lêvên min guhê te bikotin
bila bejn û bala min te bimestîne

dema em bimbarek dibin
bi ronahiya evînê

were ba min hebîbê min
em kulmekê ji kaniya jiyanê binoşin
em gerîna wê dinyayê rawestînin
em şerbeta asîman biçêjin

dema em rehmetî dibin
bi coşa evînê

*Bi destûra helbestvanê ye.