A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
I. Bêrîvan Celalî - Aspa
139 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

I. Bêrîvan Celalî - Aspa

min dil heye,
ji Aspayê, hespê efsûnsihêrî,
çetir e em bêjin ku dişibîne jihê lerizîn
ku tîrê şahbazane
bi car de bi perwaza ber bi jêr we têve dide
nêçîr e,
ji Aspayê, hespê bêhempa,
ku simên wî bi pihêtiya hejandane,
bi teqîle rîngerîngane,
zora riyê dibe,
ji Aspayê bibask,
ku wekî bahozê,
westabûnê nas nake,
behs bikim.

Min dil heye ji Aspayê,
ku çaxa li ziwahiya mirdar a berriyê,
agirekî bi hêzekê wisa ketibûye,
ku tu nêrevanên keriyan,
ku Aspayê wekî xwediyê xwe nas kiriye,
ew
di nav dîwarê êgir re, geliyê bi robarê,
stara ji mirina ji êgir dîtiye.
lê li ser baskên bahozê,
di aloziya di mejiyê mirovî de afirandî,
Aspa,
Hespê kihêl hat,
Kerî filitandiye û ji rikê ve,
ker û hespan li dijî dîwarê êgir,
bi bazdan mîna tîrê bi lez,
li ser riya mirinê bi rê ve biriye,
bistrim.

*Wergera ji almanî: Hîlmî Abbas –ji binemala xanedaniya Abbasiyan (750–1258, 1261–1517)
**Bi destûra helbestvanê ye.