A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Husein Muhammed - Tilîlî Perdeyên Guhên Min Diperritînin
124 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Husein Muhammed - Tilîlî Perdeyên Guhên Min Diperritînin

Tilîliyên jinên dawetî
perdeyên guhên min
diperritînin.
Kêrên qesaban
min ker dikin,
nîvî ji min dibin.

Gurmîna daholan
di guhên min de deng vedide,
kela xwîna min
di bin xwe ve dihêlin
û Leylayê dibin bin konek din.

Wê şevê
kerba min welidî
û kîna min kelî.

Spêdeyê
rondikan
rêya min
bir çolê.