A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Husein Muhammed - Te Şemalek Şêtiyê Di Min Hilkir
121 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Husein Muhammed - Te Şemalek Şêtiyê Di Min Hilkir

şeydadiya te
şemalek şêtiyê
di min hilkir

agirê min
çirûsk dan şevê
deriyê zindana tarî vekir

li gel min were
nîr û zincîran bihêle
di derî re derkeve

li gel min were
çimkî newêrim
bi tenê ronahiyê bibînim