A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Husein Muhammed - Her Gavê Bi Derziyê Cihê Xwe Di Min Koliye
69 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Husein Muhammed - Her Gavê Bi Derziyê Cihê Xwe Di Min Koliye

çavên xwe digirim
û tu têyî bîra min
nermiya destên te
germaya lêvên te
çavên te yên xewokî
bersîngê te yên destên te li ser

kenê te tê bîra min
kenê seyr
kenê matker
û peyvên te tev tomarkirî ne
di dilê min de

her tişt tê bîra min
her gavê cihê xwe
bi derziyê di min koliye
bi xwe dagirtiye
û avis kiriye
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?