A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Husein Muhammed - Çavên Te Li Mirina Min
97 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Husein Muhammed - Çavên Te Li Mirina Min

Lêvên şeqbûyî.
Janên bêrawestan. û tînî.
çavên te
li mirina min dinerin.

Nêzîktir dibin
nêzîktir, birayên birçî.

Xwîn ji lêvên min dirije.
imanê lalbûyî
ji tîniya xwe
birînan dimêje.
Birayên birçî
hê nêzîktir dibin.

çavên te
berê xwe
ji jana min nagirin.
Evîn
mirinê
li gel xwe tîne.

çavên te
geş
dişewitin.

Daçeme
hindavî min,
pirça xwe
bibarîne ser min.

çavên te...

Carekê berê
min ji çavên te vexwar
û mest bûm.
û dema mey xelkê mest dike,
serxweşiya min ya ducarî
dê min ji wan cuda bike
û min bike taybetî.

çavên te
li min dinerin.

çavên te
li min dinerin
û min divê
her tiştî bidim te
û li te binerim.
Ez bo te me.

Ji te re me,
û şeva pirça xwe
li min bibarîne.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?