A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hozanê Girkundê - Nîgarên Te
99 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hozanê Girkundê - Nîgarên Te

Dergehên mehrevaniya
Xewnan li ser perenga
Elendê…
Bê mehder dergûşa
Xeman dilorînim..
Ji şengewîna pêjna te
Ya mêşinî…
Ez û dilê jar
Evînek bê hêvî
Li beyarên beybaneke
Rût bê asîman diçînin…
Ev çend demsalên
Bê buhar derbas bûn
çend xewnên bi şêl
û pêl xwe tevî şevên
Dilsar kirin………..
Hînê nikarim
Ev xemgîniya bê dawî
Ji mehraba dilê te …
Biweşînim ….
Ji ber li vê gerdûna fireh
Tême vejandin
Bi êşa nîgaşên te…
Ji lewra dixwazim
Wargehekî li peravê
Dîdarîyê bi afirînim…
çendî bi hêvîme
Ko ez di derya çavên te de
Bi nivîsim…
Pîrbûna salan
Ji ferhenga jiyanê
Biqewrînim…
çendî bendewarim
Ko ez simfoniya
Berbanga te li ber
Semawenda maçên
Agirînî bi dildarî
Li dar xînim….
Helbestên din ên Helbestvanî/ê