A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hozanê Girkundê - Dengvedana Tirsê
97 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hozanê Girkundê - Dengvedana Tirsê

Li vî welatî
gotin tê de lerzokin
di qefilin tev tazîne
bê tebatin
an jî tirsokin
xewn û hêvî bê watene
tim revokin bê hevokin
li vî welatî
gerdûn reşe her tariye
demsal girtîne
xeniqîne gemkirîne
li vî welatî jiyan
bê ser û bere
xav û sar dimîne
herdem lale
mîna lalbûna zemînêye
li vî welatî
her tişt tê de ew bi êşe
jar û xemgîne
li vî welatî
çivîk bê hêlîn dimînin
bilbil xeman dikşînin
li vî welatî
her tişt bê renge
yaseyên mirovatîyê
di dadgeha hovatîyê de
bê wêne û xemile
wilo bilandî dimîne
li vî welatî
pir tişt têne wêrankirin
têne qedexekirin
tenê dîwarên zindanan
têne pirwazkirin
dilopên hêsiran
dilîlînin
li vî welatî bihar
bê gul bê bîn
tê vejandin
di meyxana
cûdahîyê de diçelmisin
çavêd mendalan
herdem şilin
bi girîne xayiz in
bê pênas û bê ayndene
rojên temenên xwe
dihûnin
bi kemera tirsê
têne pêçandin
bi sawa dengê cenawiran
bê xew û birçî dimînin
li vî welatî
kovanên sotî dilên
dayikan dipelînin
destên bi qirêj giyanê
tekoşînan ji laş direvînin
nenûk ji goşt radikşînin
qevdên sitirîyan
li ser riwê berbangê
radixînin
li vî welatî
bihna tozê bihna barûdê
bi ser bejna newrozê de
dibarînin
firiştîyên dojehê
qonaxa hebûna me
dipîvin roj bi roj
xweşîyê ji nêv zevî
û gulîstanên me
mîna findekê bi
şewl vedimrînin
li vî welatî
me bê sibe û bê êvar
dihêlin
carekê xizanî û carekê
koçberî
û carekê ji welat mişixtî
û penaberî
li vî welatî
pênûs li ser riwê kaxezan
serxweş dimîne
girnejînên fedîyok
xwe ji ser lêvan
dixeyidînin
li vî welatî
em li xwe digerin
di nêv nîgaşan de
wilo wilo em winda dibin
bê ronî li hev digerin
erê emê li xwe bigerin
ta em xwe bibînin.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê