A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hoşeng Osê - Xezalê… Hay Ji Min Hebe…
486 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hoşeng Osê - Xezalê… Hay Ji Min Hebe…

Kolanên vî bajarî, tirsa xwe bi ser pirsên vê havînê de dirjînin, û ez, sistaya baweriyên xwe bi şîrêza gumanên xwe pelçîm dikim.
Hayê te ji min nîne, bê bêrîkirina te, min xistiye kîjan dojehê.
Hayê te ji min nîne, bê çawa kêlîk bûne çal, û temenê min diqurtînin, hestiyên min dikojin û gewdê min dibrêjin.
Hayê te ji min nîne bê çawa bûme kavilê kişwera xeman…
Dengê min bûye nalîna bilûra şivanan…
çavên min qerimîn e.
awirên min, yên sêwiyan e.
siya min kût bûye.
sitiriyên tenahiyê min duxin…
Hema dikim bibim pesareke bê giya û pincar, bê teyr û tilûr û teba…
xezal ê, ka tu li kurî…??!.
* * *
Xezal ê…
Ji êvara xwedê de, lûvlûva min e…
Bi dest pelandinê, xwe dûrî oxireke reş dikim.
Bi hêsirên xwe, wateyan kedî dikim.
çalên dilên xwe, bi dilbijîna xewna xwe û te, dadigrim.
Mîna loqekî heriya bi stirî, xweziya xwe diqurtînim.
Te aramiyê bi xwe bire dadgehkirina bê, û min ji zixtên şevê re hiştiye, da min bikin komir…!
çima te min bi xwe re ne bire hêlîna xwedawendên xwe, ta nasbikin, bê evîndarê te kî ye, da di navbera min û welêt de şaş neke…?!.
* * *
Xezal ê…
çavên te, du fincanên tijî qehwe ne…
keldûmana mêbûnê ji wan difûr e.
çavên te, du sirûdên heriyên ne…
şevê, xulmaş dikin, kuştaran aşdikin, gunehkaran rast û pak dikin, û xwedayan şaş dikin.
çavên te, du morîkên qehwerengî ne, her ku şeveq dixwaze bi wan re bipeyive, di matmaybûna xwe de zîz dibe.
* * *
Xezal ê…
Hay ji çiyê hebe…
Gelek caran şagirtên xwe kor û sêwî dihêle.
Hay ji êgir hebe…
Carna agir kirasê gosirmeta ye.
Hay ji bê hebe…
Ba, jinebiyeke pûşt e.
Hay ji avê hebe…
Carna av, mirov hogirî sawêrên xwe dike…
û dilê sosretên sor, dibijîne gewdê me.
Hay ji dara gûzê hebe…
Hîna birîna wê germ e.
Hay ji axê hebe…
Keçkaniya pênûsa te nedize.
Hay ji çeka xwe hebe, pûnsa te nexwe.
Xezal ê, tu bi xwedê kî…
Hay ji min hebe…
Careke dî, pêjneke dî, min bi kenê çavên xwe nexapîne.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê