A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hoşeng Osê - Serxweşiya Dînbûnê
179 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hoşeng Osê - Serxweşiya Dînbûnê

Buhar nû divejiya
dem razayî bû li serbanê helbestek qedexekirî
di şeveke beyrûtî de
Careke din ez pêrgî te hatim
Vê carê Newroz berî dema xwe hatibû
û xwe di himbêza kenê te yê kej de veşartibû
Tîp lalbibûn
gotin westiyabûn
vemirîbûnê
Bi elfebeya çavan me silav da hev
Tiştek ji sînga min firiya
li ser destên te lûsiya û got:
tu ji çi ditirsî xifşa min a kovî
Li ser lêvên te yên tenik
kenekî kej û fedyok bişkivî û bersiv da:
ditirsim ji te li ser te
ditisim ev çîroka li nav stiriyan şînhatiye
ew jî berê xwe bavêje
Dîno……
mîna ewrim` bê welatim
şahinga min
evîna min welatê te ye
helbesta min paytexta te ye
bifire... bifire …. bifire…
lê sînorê dilê min derbasneke
Erê dînim… dînim…
dîn natirsin
şerm nakin
bibûre` nema karim
ezê Biqîrim
ji te hezdikiiiiiiiiiim
hezdikim

Buhar nû divejiya
dem hîna razayîbû li serbanê helbestek qedexekirî
di rojeke beyrûtî de pêrgî te hatim
matmayî û wendayî bûm
di nav bera ezman` derya û çavên te de ...!!
kîjan çavên te ya` kîjan deryaye ?!!
kîjan çavên te ya` kîjan ezmane ?!!
ew awaza li ser lêvên pêlên derya
bi min re sema digirt` ne stêrk bû
dengê te yê şînbûê
yên xewn û helbestên min
zindî kirin û kilît kirin` ne şevên beyrûtê bûn
pêjna te ya kejbûê
min nuh bawerkir ku ez dînimê
de ji ronahiya dêmê xwe û
li ser pelek ji kenê xwe
Ji dînê xwe re niviştkî binivsîne
û di nav vê hêviya sêwî de min bilorîne.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê