A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hoşeng Osê - Dîsa Kenê Çavên Te
371 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hoşeng Osê - Dîsa Kenê Çavên Te

Dema çavên te dikenin
gotin wateyên xwe sirgûnî
buhara te ya dîlkirî dikin
Xamav dibe mey
helbest ser xweş dibin
Li dora bejna te dizîvirin
Ji gunehên xwe, xwe dişon
û li ser siya te ya kej limêj dikin
li ber lingên te, ji te niyaz û lava dikin
lêborîn û dilovaniyê dixwazin
ji nava kavilên têkçûnê
mîna kaniyên ronahiyê radiperin
hildikşin pêjna te ya ji benefş
û lale hatiye hûnandin
Cota kewên li ser zozanê
çûn û nehatinê razayîne, şiyar dikin
min li min vedgerînin
divejînin
dihejînin
dikujînin
bi xewnekî qedexe min dipêçin
li ser tîrêjekî sêwî siwar dikin
û ber bi te ve dişînin

***

Dem çavên te dikenin
dîrok xwe dikuje
dem temenê xwe tîr dike di kêlîkekî de.
Hemû efsane û rastî
hemû pirs û bersiv
hemû despêk û dawî
hemû çiya, daristan, çem,
rê, gund, demsal.....
ber bi te ve tên
serkêşê vî karwanî dilê mine
karwanê xwazgînên te ji min re

* * *

Dema çavên te dikenin
hîv xwe vedişêre
û şev şerma xwe diçirîne.
Ez dilerzim, diderizim
dibin Keldûmana helbestekî bê xwedî
hemû çûkên ji helbesta min koça dawî kiribûn
vedgerin demsala evîna min û te.
Aso gêj dibe
Xwe ber dide şikefta şeveke westiyayî
û ez hîna dilerizim, diderizim.
Dem ji bendên xwe azad dibe
newroz dibe newroz
nû dibim stranbêjekî koçerî
destana evîna xwe û te
ji dijlê re dibêjim.
Dibim şivanekî koçer
li Kerî û bilûra xwe digere
Bêrîvana xewnan
te dibînin û xwe wenda dikim.

***

Dema çavên te dikenin
Jiyan dikene û mirin digrî
mirî divejin
giyan dibarin
xwerist dikeve govenda min û te.
Her tiştên qedexe rewa dibin
xewn dibin rastî
rastî dibin xewn
birînên min xunava kenê çavên te dinoşin.
Xwefiroşa leylanê
ta Kengî tê welatekî ji rew rewkê nîgarbiki.
Ezim welatê te.
Ji paş dûmana têkçûnan
destên xwe dirêj dikim
himbêza xwe ji te re vedikim
de were ma tu newestiyayî.
de were, çav, dil, giyana min
Ji te re dikenin.

***

Dema çavên te dikenin
dibim sûlav
û her devera te kenê Xwe
lê belav kiriye, ez berhev dikim
her cihê Pêjna te
tê de derbasbûye, radimûsim
dengê te yê belav bûyî
ji bayê û hemû guhan berhev dikim
wêne yên te ji bîr û bîranînên
xelkê dertînim, dicivînim
û ji xwe re vedişêrim

***

Dema çavên te dikenin
dibim zembîlfroşê te, Xatûna koçeran
Mîna artêşekî mîdî
Ku cenga xwe wenda kiriye
mîna refekî hêviyên çilmisî
ku li dilopek ronahî û mestek
axa baweriyê Digere.
Ez xwe davêjim bextê
ol,êl û karwanê te
yan te bidin min
yan min bidin te

11-4-2002
Helbestên din ên Helbestvanî/ê