A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hoşeng Broka - Şîhşîha Aliyan
127 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hoşeng Broka - Şîhşîha Aliyan

Ji wexta ku yar hilperikî
xwîna te;
ya dîn,
fereh,
û bilind... û hey bilind,
te berrî û çolistan li xwe kirin,
mîna "Xirqeyekî" ji reşa ebedê.
Ji eşqa wê;
ya fereh,
hicrikane,
û bejî ve;
ya kesk û dirêj,
ji nimêja dara zeytûnê,
defa derwêşan,
ayetên ji agir,
û heyranokên
qereçiyan,
tu…
bi xapandina aliyan hisiyayî:
Tu bûyî nêrgizeke aşiqan e,
û li kolanên paytextên xweliyê;
paytextên, ku li dirêjahiya xwîna te;
ya xwînî,
bazdayî,
û bê destûr,
destdirêjiya jana te,
dikirin;
paytextên heta hetayê,
ber bi jor ve,
ketî,
heta hetayê,
di pêjna xwîna te de,
sil,
û heta hetayê,
di zengelorka stirana te de,
gij;
paytextên xewnên ji kevir;
cejnên ji kevir;
ayet û nimêjên ji kevir;
evîna ji kevir;
maç û lêvên ji kevir;
henas û hembêzên ji kevir;
çavên ji kevir;
bendemana ji kivir;
civan,
silav,
û rondikên ji kevir;
paytextên ebedê;
yên ku ji aliyên we,
nêzîk;
ji xwîna we,
nêzîk;
ji birîna we,
nêzîk;
ji pêjna navên we,
henek,
laqirdî,
û maçên we,
nêzîk;
ji ketin û rabûnên we,
derbasbûnên we;
yên sext û dirêj,
bazdanên we,
têkçûn,
û mirinên we;
yên xweşik, şêrîn
û mezin,
nêzîk.
Li wir…
li axên ku ji xwedê re,
seyr û xerîb,
te...
ji bêrîkirina wan;
bêrîkirina "yên din",
bêrîkirineke,
ku ber bi te ve biherike;
ber bi te ve bixeyide,
û... ber bi te ve
aliyan
kesk,
û haşt bike,
bi xwîneke bilind,
û bi şewat,
wek silava êvarê,
stira..
û stira…
û stira….

Ji wexta ku aliyan,
fereh û mezin,
xwîna te,
çinîn;
fereh û mezin,
dest avêtin liqata navê te;
fereh û mezin,
xwe di girrê keskê te dan;
fereh û mezin,
keskê navê te,
keskê dînîtiya te,
keskê birîn,
xewn,
û sirûdên te,
dan ber devê sorê nemanê;
fereh û mezin,
melûliya te;
ya neqam,
qam kirin;
fereh û mezin,
girtin ser êşa te;
ya bilind,
xweşik,
û gihayî;
fereh û mezin,
dîlok,
silava sibehên ji pêjna qehwê,
û maçên ji hesreta gulgeniman,
di lêvên te de,
kuştin;
ûûû.. fereh û mezin,
li çarmedora xwîna te,
hatin vedan
û zûriyan:
Mîna çar xwedê xapandin;
çar bayên haaar derreh;
çar hetîketiyên dirêêêj kêr;
çar mirin sînor;
çar saw taristan;
çar reş peymangirêdan;
çar zer serok,
qinare,
qamçî,
potîn,
û zindan.
Ji wê wexta, ku aliyan bazdan
xwîna te;
ya tûj,
mîna janeke hisûtî,
tazî,
mîna baranê,
kovî,
mîna birîna "Siyamendê Silîvî",
dirêj,
mîna mirinê,
û hişîn,
mîna gavên yara te,
tu...
hilperikî ser memikên yara xwe;
yên berz,
mîna du "Darên Herherê",
û te...
tiliya xwe;
ya navê,
ku hîna dûwê şkestinên te jê diçû,
şil dikir,
û li bin guhên cihan;
yên pîroz
û nepîroz,
divenand.
Te qûça wan di hemî qublegehan de,
kola,
nifireke zer,
û fereh,
ji bêminetiyê.

Yar....
di kinarên navê te;
yê dûûûr,
lezok,
û bê sebir de,
payîzeke qert,
û bilind,
ji gombûnê bû/
cejneke fereh,
û dirêj,
ji bîra çarşemê
û tembîknameyên miriyan
bo zindiyên wan bû /
saleke teng
û xeyidî,
ji çinîna axaftinê bû,
wexta ku ew di serê tilîkên we de,
digeha /
û giriyekî fereh
û nêzîk,
ji keskahiya silava mirinê bû.
Li wir…
li cejnên giran, ku alî,
bê destûr,
di xwîna te de, hatibûn vegirtin
ew cejnên zirmezin,
wek hatina qederê;
yên ku ji pêjna navê yara te,
yê keskane,
û genimî,
havî,
tu bûyî çar hezar çarşem serdangeh;
çar hezar kuştin dîrok;
çar hezar xwîn nexşe;
û çar hezar xwekuştin
navên xwedê,
û çavlirêman...
li seranserî berriya dilê te;
ya tozperest,
"Basimbarek" ji xwîna ezelê bû.

Yara te ...
Stiranek nerm,
û havrêşmî
ji nalîna çeman bû /
sozeke fereh,
ji sebra çiyan bû /
birîneke dirêj,
ji xencera xeman bû /
hisreteke dûr,
ji hembêzkirina herdu aliyên
"Xetê" bû /
û welatekî nêzk,
hîn nebariyayî,
ji keskê paşila hicrikan bû.
Ji mêj de;
ji berî kûrênên
agir,
ba,
ax,
û avê ve,
ew di lêvên yezdanekî ji gunehan de,
hatibû miçiqandin,
û.. te nizanîbû !
Di wê serdema yûz û gunehkar de,
dema ku ne şev,
ne "Dîkê Erş",
û ne jî "Gayê Esîmanan",
li pîngepînga "Eştarê",
ku berzûrî "Temûzê" xwe dibû,
hişyar nedibûn,
wê demê,
ew ...
welatek çarşem û "Berat" bû,
di paşila wî yezdanê serhişk,
û têrnegiryayî de.
û dilê te…
mîna dehleke ji payîzê,
her bi bêrîkirina wê
dinefilî.
Bi govendên xwazgîniyên "Tawisan",
meyşerbeta "şerbikan",
û hilma birînên baranê re,
tu mest û serxweş dibûyî /
tu dibûyî sermedîbûnek ji "Semayê",
û ha ha li dora êşa wê,
difitilî.

Yara te…
êşeke mişt endekof û baran bû /
birisîneke har bû,
di cergê tavsorkê de/
xatirxwestineke bê civan,
şêrîn,
û belawela bû,
di pêxên xeweke dûr,
terr,
û hişîn de,
û keskesor,
ji hilatê heta bi hilatê,
nexweşa te;
ya rojane bû.
Dilê te…;
yê ku bi xwîna xecxecokan,
Li dêv,
her roj,
bîst û çar kathejmêran,
di semaya bendewariya hilatina
êşên we de;
yên xweşik
fereh,
bilind,
û mezin,
wek eşqa te,
d
i
f
e
r
f
i
t
î.
Ji dema ku alî, ber bi te ve,
herikîn:
Herikîn xwîna te;
herikîn birîna te;
herikîn navê te;
herikîn sûnd,
soz,
û biryarên te;
herikîn eşqa te;
ya ku li aliyekî wê "Derwêş",
û li aliyê din keskahiya dilê "Edûlê"/
Eşqa mişt êvarên ji hîroyê;
mişt şevên ji "Hawma"
û razana fereh;
mişt berbangên ji zengil,
û mişt gavên payîzê /
Ew eşqa hişîn,
wek dilê te;
ku her goristan,
di stuhê minare,
dêr,
û bajaran de,
mîna xwîneke dadayî,
vêdiket /
Ew eşqa, ku li rojên tewaf û erefatan,
di serê ziyaretgeh û hicrikan de,
bi xewnên te û hechecîkan,
kesk dibûn.
Ji wê wextê / eşqê ve,
tu bûyî kêlika istan
û aliyan:
Demên te,
bûn demine aliyan e;
cîgehên te,
bûn cîgehine aliyan e;
xwedawendên te;
yên xwejibîrkirî,
wek bextê dinyayê,
bûn xwedawendine aliyan e;
û heta bi aliyên te,
ji hilperikandina roja tevizî
bi milên şefeqan ve,
heta dexdixandina birînên êvariyan,
bûn alîne aliyan e.
Weha…
tu şemitî nimêja mirinê,
û "Tesabîh û Terawîhên"
serserîtiya
aliyan,
û her ku tu ber bi sucdekirina
ji "Qiblegehekê" re,
dizûriyayî,
tu dibûyî aliyekî gizîkirî,
di kemîna
herçar aliyên
x
e
z
e
b
ê de.
Weha tu bariyayî,
welatek,
ji eşqa hişîn,
û ji serûçikên xunavê;
xunava ku bi xwîna te,
vêketî,
te qûça aliyan
hilda
hilda
hildaaaa.