A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hoşeng Broka - Di Nimêja Qehwê De
136 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hoşeng Broka - Di Nimêja Qehwê De

Her sibeh,
mîna derwêşekî,
ku defa wî li keska te
aleha be
û ayeta navê te;
yê tikî tenê,
ji bîra nimêja wî re,
di her pênc aliyên Xwedê de
bûbe qeder.

Her sibeh,
mîna maleke Xwedê,
ku li navê te;
yê ji dûran nêzîk
û ji nêzîkan dûr,
mikur were
û li ser çiçikên te;
yên ji bîra genim
û "Hawma"yê
bêriya şêrîntirîn,
xweşiktirîn,
ferehtirîn,
bilindtirîn,
nêzîktirîn
û zûtirîn
giriyê xwe kiribe.

Her sibeh,
mîna qederke esih,
xwîna te;
ya ji ber qebqeba aliyan
mayî,
min direvîne
heman qehwexaneya
ku silava te;
ya herî dawî,
li ser destên wê;
yên ji bendemana qehwê
û bêrîkirinê
bûye gîha.

Her sibeh,
mîna naqoseke esih,
xwîna te;
ya ji ber aliyên qebqebê
mayî,
min dispêre
hembêza heman koşeya,
ku her qehwe
li ser te
digirî.

Her sibeh,
mîna nimêjeke esih,
pêjna xwîna te;
min ber bi lavijxwendina heman maseya,
ku navê te
li ser
guldanka tenha ye....tenha,
dehf dide.
û li wir
tenê li wir,
ku her sibeh
û her qehwe
tenê tu yî,
ku di navbera her qehwê û qehwê de,
tenê pêjna silava
gulçînên
destên te ye,
bi heman fincana ku te lêvên xwe
li ser
ji bîr kiribûn,
ez dest bi vegirtina
nimêja
qehwa
ku hîn tama hatina te jê tê
dikim.
Qehwe baş
yara her sibeh.
Yar baş
sibeha
her
qehweyê !!!