A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hoşeng Broka - Aliyê Navê Te
102 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hoşeng Broka - Aliyê Navê Te

I

Mala Xawdê,
ji zûtirîn panava
ku her nimêj,
her jandil
û her lavij
diherike pêkên min
û te,
dest pê dike.

II

Berê xwîna min,
di her çar aliyên Xwedê de,
her li aliyê pêcemîn e,
ku qiblegeha
navê te ye.

III

Laşê vê bejahiya ku "ALLAH"
hîn li ser
xerîîîîîîîîb e
xerîb,
ku "ALLAH"
li wir,
hîn avê haşt dike,
û tiştan,
baranê,
pirtûk
û aliyan
hînî navê xwe;
yê zirmezin
dike,
tenê ji bo vegirtina
kêf û henekên
navê min
û te bû.

IV

Li paş şêmikên êvarê,
ku dawîtirîn maça xwe;
a ji koçkirina
berberojan,
di nav lêvên pencereya,
ku berê nimêja wê
her li "Berat"a
navê te ye,
ji bîr dike,
civanê tiştên min
û te ye.

V

Ku şev
şopa te û min
wenda dike,
tu dibî deryayeke har
û pêl bi pêl,
xwe li çarmedora şêlûbêliya
laşê min;
yê mîna qeyikekê,
ku alî lê geriya bin,
didî hev,
û kara koçberiya ber bi bejahiya
nimêja yekemîn ramûsana
xwe û min
dikî.

VI

Pencereyên te;
yên talankirî
wê çawa xatirxwestina min
nestirînin
û ev mirina
fereh,
a ku di her pênc aliyên
Xwedê de,
hişînbûyî
her
ez
û ez im.

VII

çavên min,
di nimêja dereng
a cotkê memikên te de,
du silavgehên
ji bîra
Xewdê,
Adem ê ketinê
û nûbera
genimê
şehwetê ne.

VIII

Li ser
asîtankên
rojbûna te,
ku dîrok ji wir
li destpêkên xwe
mikur hatiye,
dibim hezar pencere
û pencereyek,
ji sibehên rîhanê,
ji tivîlkên axaftinê,
ji xecxecokên bêrîkirinê,
û ji nameyên ku
n
a
g
i
h
i
n,
û bêriya razana
ser destên te
û niştecîbûyîna
ebedî,
a navbera
herdu
memikên te,
dikin.

IX

Min di navê xwe;
yê mezin
mîna nimêja Xwedê
û pêxemberan de,
hilîn e,
da ku salê pênc demsalan
tu "ez" bim,
û ez "tu" bim.
Da ku rojê bîst û çar kathejmêran,
ez bê westan
kara darika tidarka
navê xwe
û te
bikim.

X

Ez dê çawa di aliyê
navê te;
yê bê serî û bê binî de,
nebim nimaêja ebedê;
lavija abedê
û oxira
ji keskê hesreta
ku nagihê,
ya rêwingê
ebedê,
û tu...
li seranserî her pênc
demên salê,
hechecîka
xwîna
min î!!!
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?