A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hisên Şakir - 2009
156 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hisên Şakir - 2009

Dîsa filehên tara me
çirayên sersala nû
li ser bend û dar û malan datînin
çirîskên rengîn belav dikin
ez jî ala xwe ji nav çirîskan
dimalim, didim hev û dijmêrim
pêşve diçim di riyek belek belekî de
sîya min pîne û kortalên rê vedişêre
dengê naqûsa ji keniştan
hilbijor dibe
bilind dibe
bilind dibe û bi ser bajêr de dibare
çilapekek dengê naqûsê pêrgî min bû
min ew girt
min ew bir û anî
jê dipirsim gelo ev sal bo me mizgîne
yan wê ala me
di nav çirayên her sersala ji hev belavkirî bimîne
wê rê yeker bibin
hezar bawerî bi hev re bijîn
wê ava beroşa me bê kelandin
wê bibe keldûman
wê bi qiçqiçe û tune bibe
û kes qapaxê ji ser beroşê hilnayne
yan wê perçemok xwînê bimijin
û ez çavê xwe li ezmanan digerînim
qira ketiye
dinya sahiye
tu mizgîniyan îsal nabînim
digrîm dema ku tê bîra min
şeva heyv li çardehan bû
di hêzarekî sipî de nuxumandî bû
û ez ji salê dipirsim
sal bersivna dide wek gumanan
gumanê di mijê de dakirî
jiyana min wanî rol dide
û bawerîyê xwe bi pertewan şîr didim
wek hîmekî bi çav rawestiya me
li ser kaşekî
li asoyan dinerim
her guhertinekê dibînim
digrim
wek korê kêçek di dest keve.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê