A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hisên Mamê - Sersamî
107 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hisên Mamê - Sersamî

Bi xwe
gumana mejî
di navbera çav û guh de
di kêşana ne tiştekî de
eşkere dibe.
Xwestekên badayî
di hinavên valahiyê de
diyar dibin.
Tu metirsî
derya ne di çavên te de
pêlan diçilqîne,
hêstirên te…
rawestiyane, westiyane
û radanên qedexe
di xirecira xwe de
qelşan diafirîne
çeman dimiçiqîne
di ruwên te yî zuha de.
Lê netirsî…
dema dara xurma
asîman ramûse
dê tu mat nemînî.
Bi jibîrkirina xurma
li ser rûpelên zimanekî jibîrkirî
di kûrbûna zemînê de û
di navbera zemîn û ne zemîna asîman de
deryayek ba ye.
Dê tu bitirsî
û bê tirs tirsa xwe berdewam bikî.
Valahî…
bi baskên xwe
tirsa te baweşîn dike, gurr dike.
Lê li sedeman nepirsî
sedem toz girtîne
ji hêsirên dawerivîne
ji çavên te yî şaş
li nerînên xwe digerin.
Pira awirên te
li ber zirneyek
tilîyan gez dike
dîlana pertewan
li dardixîne.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê