A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hisên Emînê Perîxanê - Heyat
142 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hisên Emînê Perîxanê - Heyat

Eva pîrek heştê salî ; qêlûz bûye pişta wê
Meh û sala şikandiye dil û çeng û baskên wê
Zeman derxist ji dilan eşq , ji çavên wê şewq û nûr ;
Emrê wêna xilas bûye , xiyala wê pir li dûr
Rengê wêna , zer bûye wek pelên darên Paîzê
Kes nizanê , daîm ebûs, daîm nexweş , xaîzê
Çehrê wêna perîşan e , madê wêna kiriye
Tirsa qebrê d`xiyalê de, karê wêna girî ye
Lê dîsa ew dibê kanî ava jînê li kû ye
Ew betilî , ew kesirî , ew zila ko hişk bûye
Ew dixwaze bi vî canî li dinyayê her bijî
Dibê xwezka , min bidîta dinya ronik hin dî jî
Ey yê ko hêj d`çax û dema xortaniya xwe de ye
Eqil di ser , qewet li mil, pêlên eşqê dil de ye
Ev pîreka heştê - salî ko dixwaze hêj bijî
Nizam çima ji heyatê tu qehirî , tengijî .

( Hawar, hejmar : 52 , 1943 )
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê