A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hesen Omer - Koça Bêveger
85 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hesen Omer - Koça Bêveger

Piştî ku min buxçika xwe ji êş û azaran dagirt
Min xatir ji welatê bîranîna xwest
û li baskê bê siwarbûm û firiyam
Hêdî hêdî bilind bûm
Cî bi cî Stêr bi Stêr Pêre geriyam
Ta ji şewşana zemînê rizgar bûm
û min kakêş derbaskir
Gelo ez li çi digeriyam?
Li xwe.. yan li te ….
Li şadiyê.. yan li rastiyê ….
Nizanim lê tenê min dixwest ku ez dûr biçim
û bi rizgariyê hestewar bibim
Mixabin daxwaza min bi cî nehat
û şewşena te min kişand …
Min revand
Dest û pê li min girêda
û li ber pêlên derya evîna te min berda
Min gazî te kir te min nedî …
Te dengê min nebihîst
Min gazî felekê kir …
Pişta xwe da min
Lê naxwazim dawiya min wiha be
Êdî ezê xwe rizgarkim
Ji derya te … ji şewşana te…
Ji bîranîna te …
Ne xeme ku biwestim … ku bêşim
Lê giringe ji minre …
Ku bijîm bi serfirazî wekû min divê
Êdî bedewiya te … bela ji te re bimîne
û rûmeta min … ji min re bimîne
Li vir.. li ber dergehên narvînê …
Bela çavên me xatir ji hev bixwazin
Oxir be ji tere …
Ey bişkoja ku le ser şaxê dilê min mezin ne bû
û tu bêhin ne weşand …
Oxir be …….
………oxir be.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê