A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hêmin Mukriyanî - Tom Her Lebîre
282 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hêmin Mukriyanî - Tom Her Lebîre

Le şayida le wextî helperîna
le xoşîda le katî pêkenîna
le korî matem û giryan û şîna
emin ey nîştman tom her lebîre

beşew takû beserma zal debê xew
be roj takû dûbare dêtewe şew
le katêkda ke dedwênim em û ew
emin ey nîştman tom her le bîre

Zemanêkî ke deçme seyrî gulzar
legel polî refîqanî wefadar
tenanet wextî desbazî legel yar
emin ey nîştman tom her lebîre

Le kwêstanê demî raw û şkarê
le mezraye ke xom helkird le karê
le cêjwanê ke dekuşim memkî yarê
emin ey nîştman tom her lebîre

Dekem terxan lerêyî toda jiyanim
le sengerda berew rûy dujiminanim
be xakî to! Demî awîlke danim
emin ey nîştman tom her lebîre

( Şîlan awê 1942 )