A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hemîd Dilbihar - Mirin û Awirên Te
423 Xwendin
6 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hemîd Dilbihar - Mirin û Awirên Te

Ez baş dizanim,
Mirin gelek ditirse ji min
Lê dîsa ji ez qet naxwazim rûyê wê bibînim!..

I
Mirinê xwe li qirika min da
Ez bê nefes hiştim bêdem û wext
Min li ber xwe da dîsa
Bi bîr û baweriya evîna te;
Bi her du çavên xwe yên kor dît
Wan melkemotên mirinperest
Min çend hezar caran mirin kuşt
Di sêdarên awirên te de,
Di ronahiya çavên te de
çend hezar caran evîn,
Min li mirinê kir qêrîn
Ku çivîkên jînê
Li ser asîmanê dilê min bifirin:
Ey mirin;
Her çiqas te êriş anîn ser min
Ez nemirim
Va ye hê li vir im
û
Ez destê jiyanê digirim!..

II
Her ku xwe li cerg û dilê mirinê da
461
Peyv û hevokên dilê min
Wê çend caran şerm kir ji xwe
Li ser ferşa eniya min,
û
Ez ji rehma te bûm
çend hezar car din
Tu bûyî dayika min ey evîn!..

III
Di her bênefesmayîna xwe de
Min sed tif barandin
Li ser rûyê mirina bêrûmet
Her ku tu dihatî bîra min,
Ez careke din rabûm
Mîna evîndarekî jînperest
Her çiqas jan didan jî birînên min
Der dibûn jî kulên min
Meşiyam carekedin ez,
Meşiyam bi hêviyên xwe
Bi kul û birînên xwe;

Meşiyam,
Careke din ez meşiyam
Bi hesret û bêriya zarokatiya xwe
Bi bêriya xeyal
û
Hêviyên zarokatiya xwe û
Min guh da dengê dilê xwe,
Min baz da
Ber bi welatê dilistana xwe
Ku bedena xwe şûştiye
Bi xwîna damarên
Ferad û dîcleya
Evîndarên axa bêaxan,
Ez herikîm ji kahniya mirovahiyê
Nikare niha min rawestîne
çi lat û zinar!..