A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hemîd Dilbihar - Ji Evîna Te
291 Xwendin
6 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hemîd Dilbihar - Ji Evîna Te

(... )
Ji evîna te hişyar bûmn ez;
û
Ketim rêvingiya jînê!..
Hişyar bûm ji evîina te
Ji xewa mirinê ya hezar salan
û
Hilma jînê xwe berda
Nava dilê min
Di awirên te de ey evîn!..

Ez xwe ji nû ve diafirînim
Ji evîna te
Di nava
Her hevokên tuperest de evîn,
Dilê min bû jîngeha evînê
û
Evîn bû qiblegeha min
Ez bûm evînperestekî heyatperest
Di her hilma jiyanê de
Li welatê dilistana xwe
Ji evîna te ey evîn!..

Ji evîna te
Di wargeha dilê min de
Hişyar dibe welat
Hişyat dibe cîhan
û
Hişyar dibe jiyan evîn
Hişyar dibin hemû dil û giyan! ..

Ji evîna te
Dilê min bûye evîngeh niha
û
Evînperest konê xwe vedikin li ser!..
Ji evîna te
Dilê min bû dil
û
Dilê min niha
Xwe ji dil hiltavê!..

Ji evîna te
Di heft roj û heft şevan de
Ev peyv û hevokên hêguneh
Min herikandin
Ji robarê dilistana xwe
Ku hê diherike
Ber hi doşeka xwe
û
Dê biherike evîn!..
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?