A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hemîd Dilbihar - Ez Bûm Kurdistaneke Azad
487 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hemîd Dilbihar - Ez Bûm Kurdistaneke Azad

Ez bûm ronahiya dîrokê
Ji evîna te,
Bûm stêrkeke çavzer
Di her şevên reş û tarî de,
Bûm tava roja helesor
Di nava mij û moranê de,
Ez bûm tu ji evîna te
û
Li te digerim hê evîna min
Hê li te digerim
Li te…
Her ku min dît
çiqas tarî be jî şev
Stêrk dîsa hene
Min bang û gazî kir hingê
Li canana dilê xwe:
Ey kurdistan
Ey stêrka asimanê dilê min;
Dîrok robareke zindî be heke
Tu pêlên wê robarê bixwe yî
û
Xwe li peravênpêşerojê didî
Di rondikên demê de!..

I
Ez sed hezar caran
Bûm kurdistaneke azad,
Ji eşq û evîna te
Ji hesret û bêriya te ey evîn
Bi rengê keskesoreke dilbihar
Mîna evîndarekî serbilind û birûmet
Mîna rêvingekî sozdar û dildar!..

Navê min bû mezrabotan carna
Cama bûm welatê agir û rojê
Carna bûm welatê gul û kulîlkan
çend nêrgis û adarok geş bûn
Li ser bejn û bala min;

Ez bûm dilê welatekî azad
û
Min xwe li rih û giyana
Rojhilata navîn aland,
Her ez bûm kurdistaneke azad
Min xwe li dil û hinavê
Cîhana rengîn aland,
Min silav da anatolîa
Bûm mizgîniya felat
û
Ji dîrokê re bûm xelat
Bi hemû bedewî
û
Xweşikbûna xwe ey evîn!..
Her ku wan ji min re gotin
`Tu bi xêr û xweşî hat
Ey ronahiya dilheyat`
Min şewqa xwe belav kir
Li her derê rojhelat,
Jontirkan çendîn êriş anîn jî
Ser xewn û xeyalên min
Min baweriya xwe bi biratiyê anî
Li her derê vê cîhanê,

Her ku birîndar kirin hêviyên min
Faris
Ecem
û
Erebên serdest
Min ji her caran zêde bawer kir
Hemû gel dê bijîn dîsa bi hev re azad
Wekhev û serbest;

Min bawer kir ji dil û can
Dê bi hev re bijîn
Hemû gelên cîhan!..

II
Min baş dizanî êdî
Hindî hebe nîjadperestî
Tu car xelas nabe
Mirin
Kuştin
û
Zordestî; û
Ewên vedixwin xwîna mirovahiyê
Her tim xwe vedişêrin
Di nava hevokên olperestî,
û
Her ku min dît şûrekî devjehr e
Olperestiya wan nîjadperestan
Min careke din bawer kir
Divê ayetên xwedî edalet
Bên wergirtin ji destê serdestan!..

III
Ji ho ku azad bibe cîhan
Min ji xwe re got, bi rastî
Divê her tim hebe biratî;
Biratî
Lê biratiyeke birastî!..
û
Hingê carek din ez qêriyam
Bi hemû dengê dil û giyana xwe;
Her bijî biratiya gelan
Ji bo azadiya hemû mirovan!..

IV
Ez bûm ronahî bo taristan
Bi van bîr û baweriyan,
Her çendîn xwestin
Ronahiya min vemirînin jî
Mirovxwerên demê
û
Dijminên evînê,
Erd û asîmana ji min re got
Li ser navê hemû dem û zemana:
`Tu bi xêr hatî ey stêrka zerdeşt
Bi xêr hatî ey welatê evînperest
Bi xêr hatî ey pêşeroja gelan
Hezar car tu bi xêr hatî
Ey hêvî û hesreta hemû dilan
Tu bi xêr hatî ey evîna hezar salan
Tu bixêr hatî
Tu bi xêr...!!!`

V
çend kûdusan ez pîroz kirim
Di her berbanga
Serîhildana zarokên evînpereset
Di qada amedeke awirheyat de
Li gel qêrîn û hewara kevirên filîstînî;

Min sînorên bêsînoriyê hembêz kirin
Li ser eniya vê cîhana xerîb
Ey avesorka jiyana min
Eyyyy evîna evîna min!..

Vl
Ezzzz bûm kardokya ji evîna te
Elkî herikîm bi rengê te eyyy evîn
Li doşeka xwe geriyam
çend hezar salan
çend hezar dem û zeman,
Li ber min wenda nebû tu caran
Rê û rêçika mirovahiyê,
Min xwe berda nava dilê rojê
Ji rih û giyana dîrokê
Navê min bû kurdo
Nîşana min merdo,

Ji rehma xwe min afirand mîtanî
Di tarîgewrka mirovahiyê de,
Kasît bûn zarokên min
Bi hemû bedewiya xwe ey evîn,
Her ku ez bûm zagros û bilind bûm
Bû cihê zayînê nav û nîşana min
Di pêçolka min de mezin bûn
Yên ber bi îro ve herikîn,
Bejn û bala min xemilandin
Li ser kembera hûriyan
çend lolo û gotiyan
Li gel xaldî û sûbariyan
Bi kezî û poşiyên xwe,
Tevnê xwe raçand araratiyan
Li ber kêleka cotkahniyên min û
Tîna xwe şikand neyriyan
Ji dilopên rondikên min!..

Di şefeqeke piştî şeveke çiksayî
Navê zanînê bû medi(y)a
Bi rengê makeşêrekê
Li ber bayê dilê min
Di hiş û mêji mirovahiyê de
Di rûpelên dîrokê de,
Ku hezar sal şûnde nivîsîn rastî
Dîrokzanên vexwarin şereba heyatê
Li ser rûpelên mirovayetî:
Wargeha zanînê ye medî(y)a
Ji vir belav dibe
Fikr û raman û hest
Kilam, stran û helbest
Bi hemû bedewî û delaliya xwe
Li bakûr, başûr
Rojava û rojhelat!..

Medîa afirî ji dilê min
Her derê wê bû pirtûkxane
û
Li ser her pirtûkê weha nivîsî
Cengawerên evînê:
Xwendin zanîn e
Zanîn jiyan,
Bi jiyaneke zanîn
Ronî dibe cîhan!..