A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hemîd Dilbihar - Bi Şev û Rojan
632 Xwendin
6 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hemîd Dilbihar - Bi Şev û Rojan

çend şevên bêstêrk
û
çend rojên bêronahî
Ji ber nalînên min naliyan
Ji ber qêrînên min qîriyan!..

Ez bûm robareke dîn û har
Herikîm bi şev û rojan
Bi qêrîn û hewar
Pêêêêl bi pêl
Bi leeeez û bez,
Gelî û newal bûn rêhevalên min
Ewrên gerok dost û hogirên min,
Min xwe li dil û hinavên çiyan da,
Lat û zinaran bejna xwe tewand
Li ber her pêleke min;

Rê û rêbar bi min geş bûn
Derya bi min serxweş
Ey sozdara min
A ji min re dibeje
`Bimeeeş û bimeş!..`
Şîrove
Bateyî
04-08-2022, 22:26:44
Ez bo me xwedî evînek bê dawi
Ji ber hunera di şi'ra şa'îrê hêja
Ez xeniqim ji vexarina ava helbestên
Helbestvanê cîhana evîndariyê

Dile dilê te, li ser singê hemû evîndaren
Li ser sêhla dojeha hemû cehneman
Bi rêz û hurmeta hemî evîndaran
Maçêkem û bixwem ji bo jiyan

Bateyî

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?