A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Helbestên Komî - Xewdizê
207 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Helbestên Komî - Xewdizê

Dîsa bû nîvê şevê
Xemfiroş! min xew divê
( Soran )

Çavê mi j`xewa ketin
Çibkim ev dil nanivê
( Qaso )

Xew li min heram bûye
Dûr im ji lêvhungivê
(Soran)

Pêlê tirsê b`vir de tên
Bêzar û jar im bi vê
( Qaso )

Çav li rê man vekirî
Hêvî nadin bersivê
(Soran)

Ev dilê bêxewmayî
Hino hino d`hêrivê
( Qaso )

Dil li benda kesekî
Ku pê re xweş bicivê
(Soran)

Bi van çavan ez ji te
Nabînim lept û livê
( Qaso )

HewQasî miryê te me
Çima hîn napeyivê
(Soran)

Gula Sor an xewdizê
Bêsebrê dil naçivê
( Qaso )

25.09.2017
Amed, Dîlok
*Soran Amed, Qasimê Xelîlî