A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Helbestên Komî - Ez û Te Em Nebûn Yek
340 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Helbestên Komî - Ez û Te Em Nebûn Yek

EZ û te em nebûn yek, du ferx û çêlîk û cot.
Li şeveqa şevnemî ez qîr im nift û mazot.

TU qîr î ez surmelek, tarî û nûr nabin yek.
Ez im zîna çavbelek, tu mezin lê hê ez dot.

EZbenî da xeber dê, bêje lêva birînê.
Destûr didim de lêxe, ez im dax tu şiv û rot.

TU kî yî qey? Ez zîn im, hem guleke çavşîn im,
Bejinşiva terhîn im, tu çelexwehr û kelkot.

EZ kulên te didim hev, bê xwarin û vexwarin,
Diçinim wek efarê, karê min bûye matot.

TU li cem min ne ti wî, paleyê qufra tu wî.
Loma kulan dicuwî, tu bi dî-sê banqenot.

EZ aşiq im pepûkê, te zarokê biçûkê.
Te bir ji min hiş û bîr, xist nav agir û bizot.

TU reben, ez li fewq im. Ne ji bona te zewq im.
Ez roj im nûr û şewq im, lewra min dilê te sot.

EZ av didim evînê, tu hişk dikî bi kînê.
Tu li baxê hestê min, hildikişî wek maşot

TU qet ne bamberê min, çi bêjî ne l`guhê min.
Vizîna mêşan tê min, an lewtlewt û gotegot.

15.10.2017 Qonya, Dîlok
Tahir Dînarî, Qasimê Xelîlî

*Malikên bi EZê dest pê dikin: Tahir Dinarî
*Malikên bi TUyê dest pê dikin: Qasimê Xelîlî