A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hefîz Ebdilrehman - Kenê Ko .. Giriyê Bêhêl
124 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hefîz Ebdilrehman - Kenê Ko .. Giriyê Bêhêl

Tava heyvê ye siwaro.
şînekî tarî bi firçakî bêcir
sorekî tarî dorpêç dike.

îsandina rima te
û nalên mihînê
nalînên "Eleqemşê"
dicefilîneî
Gaziyên "Dimdimê"
bi teşiya "Sînema Amûdê"
li xaçên "Helepçe"
dirêse.

Nexşeya te,
Jinên sîng dirandî
kofî vekirî
guliyên verşandî
ko li şihîna mihînê
hatibûn pêçan.

Xwîna te hay ji xwe nemaye.

Xwêdanî
tevzînokan bi rikêba bêhêl ve
tîneî
û mihînî
hêrik û newalên meydanê
bê "bûsile"
dixwîne,
tozê di bizdîne.

Siwaro,
tevnên xwîn û xwêdanê
nexşeke netebitî
bi pesarên tena te de
berdidin.
û bi dilsozî
kîna xweyî pîroz
li mista dawî ji xwîna xwe
siwar dikî,
tolê didoşî
tîfilê "Rêka kadiza"
bi şûrekî tisî diqewêrî.

Bi bazgûrî,
kolozê te,
qevda teyî sincirî
diramûsim.

Tenha,
bi katjimêra "Marilboro"
simbêlên teyî sosinî
gerekî diwê çixarekî
"Xursî" ne.

Siwaro,
Xenama li tixûbê gund
danîne.

Siwaro,
Xenama li bênderê gund
diçêrînin.

Siwaro,
Xenama cilên xwe
li ser têla me
raxistine.

Bi banga Bîlalê Hebeşî re,
Ebû Sufyanî
li derê "Kabê"
payîzokên teyî nixurî
ji " Lat û Izza û UN" re
gorî dikin.

û naçare,
xaka te
gefê ferhengeke bêjî
dalêse.

Siwaro,
pasporta te,
bi kunduman xemiliye
"kokoakolayê" dibeliqîne.

şûr,
nema "pîtzayê"
dibire.

û di wanên dawî de
em dibin sîka leylanekê
bi kabikên tenahiya te
dilîzin.

Bi neynûkan
zerekî vekirî
li rûberên kevalê rast dikin.
bi propagandê
benîşt û desmnalkan
şa dibin.

De razê heyran
şeva te xweş be.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê