A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hefîz Ebdilrehman - Çinîna Mestiyê
114 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hefîz Ebdilrehman - Çinîna Mestiyê

Kewek e.
pişkivîna kenê te
di mista min de.
mestiyeke xalxalokî
bi dûvikê nerînan
li spehîtiya berbanga xumalî
dipêçe.

Zeviyê jehan
bi zimanê meyê
bedewiya hejêkirina rojhilatî
dimeyîne.

kêlîkên xapînok didoşe.
sînorên kûvî kedî dike.

û hespê henasayî semaker.
bi diljenek e neliwext
meqamê "Hûrizî"
di rekeha "Xurfanî" de
dikeyîne.

Bi lîlan.
alên zayîna pêxemberekî
li hêlên nexşeya evînê
belav dike.

û bi zengilên cejna çinînê
borîzanên werzayî xilmaşbûyî
dihilçenîne.

Kilîlên hembêza bajêr
ji serkarwan re
radixe.

beranê şermiyê
li ber piyên wî
serjê dike.

Bi şahî.
destlimêja gumanên laş
bi behweriyên xweşiyê
dişkîne.

Bi qebe-qeb
bang dide!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê