A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hasan Kaya - Wê Êvarê
148 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hasan Kaya - Wê Êvarê

Li wir,
Li mextela sozdayinê
Li ber çavên te
Min xwe bi ava êvînê şûşt

Li wir,
Wê êvarê,
Li ber çavên te
Min ala hezkirinê daçikand

Li wir,
Wê êvara kamafrîner
Te teşiya cazibeyê rêsand
Min peymana ehdê eşkere kir

Wê êvarê,
çavên te, tilî û lêvên te
Birû bijangên te,
Peyama mizgîniyê dane e min…
Helbestên din ên Helbestvanî/ê