A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hasan Kaya - Janeke Bê Eman î Tu…
335 Xwendin
4 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hasan Kaya - Janeke Bê Eman î Tu…

Êvareke bê sebr rapêçam
Bi destên xwe yên nermîn
Kenekî sivik ez bi rêkirim
Bi mircanên berfîn…

Bihareke bêwar pêşwazî kirim
Bi hel hel û bi xuşîn
Du çavên şîn keserkûr kirim
Lê bûme xwedî derya…

Bajarekî bê derî ye êdî jiyan
Dilekî kilîtkirî,
Gotin nanisilin di kanîkan de
Janeke bê eman î tu…
Helbestên din ên Helbestvanî/ê