A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hasan Kaya - Destana Mishefên Ceribandî
108 Xwendin
4 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hasan Kaya - Destana Mishefên Ceribandî

1
Di bajaran re em bihurîn
Kolanên wan gijbûyî

Daw, daçikandî
Li çaryanan gunehên barîner, gijlok

Bi destê xwe nixumandibû rû
çaterêyan
Ji bêhna potînên paşayî

Ewran, ji biskên xwe
Poşmanî dadiweşandin

çarmedor,
Xewnên risasî
Kevza tenêtiyê li ser dîwarên kavil
Nikulê keysperestiyê
Li ser xeyalên dawerivî

Zêwa serkeftinê
Mihrîcana miradan
Tofan
û qirkirina nûciwanên du nifşan

Bar kirin ji vî warî
çivîkên gewremizgîniya xewnên avzêrî
Barana hatî
Hemû pelezerê temenî vemaliştin

Di stûyê berşîr û mindalan
Bazbendên penaberiyê
Li ser eniya wan sirgonî, tenîheyvok
Li lênûska alfabeyê
Dilopên keserê, nexwendî
û kelogiriyek,
Li ser pêsîra jinebiyan vezilandî
şehweta balixiyê
Li ser termê bêkamiyê kokimek
Di hedexaneyê de
Ref bi ref em xesandî

çiqas hebûn
Peyvên veşartî
Yeko yeko
Me ajotin
Ber devê çekên dilmayî

II
Wan çeman
Bi serê serkeftinê sond xwaribûn
çiyayan
Berbisk û gulçîçek
Bi gurçikên xwe ve dirûtin, sala gonê
Li beramberî cemedê

Wan çiyayan
Keçemêr
Dînemêr
Serhildêrên zemanî
Di barehgeha dilî
û
Di berîkên şikeftên hirî
Kum û kolos û kulavên kejî de
Sincirandin
Wan rojên bapûkî

Milyonan çav
Legel dil
Tirêja hêza hêviyê
Li ser keskesoran kilîd bûn

Lêv
Li ser nivişta serkeftinê
Lawij
Sirûd
Dîlok
Dawet û şîn
Li demjimêra azadiyê siwar

Bi qudreta kaniya kil
Lêmîşta girnijîna bûkên salî
Tevnê xalîçeya dahatûyê
Nîşan ji kêlika armancê girt

III
Nofek zîpik
Destek baran
Bareşek li ser goristanan
Miriyên pak
Ango pakrewan
Lehengên çemê sondxwarî
Pezkoviyên çiyayên çargurçik
Pirtûkên ceribandî
Vediçirînin
Li civîngeha goristanê

Mirî,
Zindiyên rawestgehê
Mêvanên Yezdanê gewre
Ango
Derketiyên vê cîhanê
Vediçirînin
Disojin
Di wijdanê qralekî bêwijdan de
Mishefên ceribandî

IV
Heçî zarok in
Hechecîk in
Dilopên pak in
Ji eniya Ehrîman
Xeydok
Lerzok
Behitî
Di vê gêjgerînka naletkirî
Ya li ser xaka welatî
Her gav û kêliya sî salên axirî

Zarok
Gulok in
Rîsê xav
Kulîlkên xwînî
Dahatûya me ya desteserkirî

V
Li ser
Sûretê xak û zuriyeta min
Tivinga daleqandî, dilmayî
Govend faşilbûyî
Bêhna hêmiya genî a salan
Li ser betona zindanan dûkelîner

Mishefên ceribandî
Awirên zarokan
Tûrek e
Barek e
Zarzarek e
Li ser pişta dayikan

VI
Heçî azadî û
Maf û serxwebûn e
Di pêpelûka qesra qirêl de
Hevraz e
Maye
Dûr e
Zûrezûr e
Kêferat e

Bawer bike
Dawiya dawî, felat e
Felat e

VII
Heçî ev gotin in
Pestgotin in
Di şeveke xedar de
Laşsincirî
Li ber tayê
Bi hişekî nîvronak

Heçî pestgotin in
Wekî navê xwe zanim
Li wan nabe sibe
Hemû ewê şikerkevin
Li ber deriyê
Berbangeke çiksayî
Bi çavên felatî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê