A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hamid Omerî - Zenîtheke Quremîşkirî
234 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hamid Omerî - Zenîtheke Quremîşkirî

bêriya bavê xwe dikim piştî herba me
di dest min de zenîtheke quremîşkirî
her heftûçariyekî nîşan dide
diterpilim wekî hişê xwe lew xwe lê dikim ji qehra
di seriya çilî de me bi xwe zanim
weka wî di ber xwe de xeber didim niha
şewqeya li serê xwe bilind dikim
porê xwe dûz dikim bi destê xwe
nizanibim weka wî bipêçim jî
di dest min de qutiya cixarê
dibêm gava çeqmaqê xwe vêxim weka wî
agir wê bi hemû tasewasên min bikeve
ji xwe re dibêjim weka bi destê yetamekê bigrim
hewiya xwe tînim wiha
hûn bawer nekin jî werê diponijim wekî mêwa li hewşê

min ji xwe re go wiha di ber xwe de
eger ez behsa wî bikim belbî baş be
belbî qehra xwe bi ser min de girtî bixape bi vê xeberdanê

bêriya bavê xwe dikim weka yekê lihevhatî
her cara çavên xwe vedikim ji qehra
di ser çilî re me bi esra teng derdixim
radibim wiha ji wî serî de berê xwe didim wê gazê
ji wê xewa şîrîn ber bi wê mexera nezer pêneketî

di dest min de zenîtheke quremîşkirî
her heftûçeriyekî nîşan dide
ji xwe re dibêjim eger zêde tirş nebin pelên mêwê
bi vê tenhatiya li binê darê re jî dikarim serî derxim

min ji xwe re go wiha di nerma xwe de
eger li wê hewşa mezin li xwe bikim hênkahî
belbî baş were ji vê taziyê re

ev tev ji roja bavê min go ez ê biçim dest pê kir
ji qehra ya jî ez xwe wiha pê aş dikim
bi dûmana cixareya ji kulek û paceyê kişiya jor

ji pelên mêwê bîna titûna wî tê niha
gûşiyên qehrê diqurêfim ji dara qederê
di dest min de zenîtheke quremîşkirî
hisreta bavê min lê dixe di heftûçariyekî de

*Bi destûra helbestvanî ye.