A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hamid Omerî - Vîşnap: Bedewiya Li Berdestê Sibê
233 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hamid Omerî - Vîşnap: Bedewiya Li Berdestê Sibê

dengê biharê tê mîna dengê însanan ji kêzîna şerbikê şîretê bi dewrê elîfbayê
ay delal ay delal dayê ji wî serî de dimeyîne vîşnapê ro dibişkive bi mizicînê
bêhna rihanê difûre ji tiliyên wê li rûdêmên wê biskên djevojkaya wê
tebatiya gilyazê nayê li pey wê qederê di destê wê de qevdek bişirîn ber bi newalê ve têy

deriyê dilê min li ser taqa piştê ye bi ber bayê gilyazê dikeve
xwe dewrî min dike bişirîneke çilkezî ji vir heta bi xwedê bi hemdê xwe
kevnartir e birîna min ji wê elîfbayê wekî mêrga şarê wê kêmav

dengê biharê dikeve mîna dengê însanan heçîgava behsa birînê dibe
ay delal ay delal dayê ji wî serî de dixwaze xwe helal bike bi xatirxwestinê
bêhna êşê tê beriya baranê tiliyên dayê li ser pûnga newalê gûstîlkê li xwe heram dikin
natebite bayê gilyazê xwe li wî bajêrî girêdide li ser zimanê newalê gazina dayê

deriyê dilê min li ser piştê keysa xwe li bayê gilyazê çêdike li dora bîrê nema dibêje pişta min
xwe nîşanê min dide girêka êşa wê bêyî aş bibe tevî xurexura newalê dilê min dide ber xwe
kûrtir e birîna min ji wê bîrê wekî hesreta wê ya keskesorî ya ji darzeytûnê qedîmtir

dengê biharê tê mîna dengê newalê ji dêvla bayê êvarê dimije bi hesretê
ay delal ay delal morîkên çarika dayê diqetin ji wî serî de êlekê wê sortir dimîne ji gilyazan
bêhna rasolê tê ji nalîna gilyazfiroş piştî şîrhelalkirinê dara xwe ji kokê rakir bexteweriyê
xwe digewgirîne bayê gilyazê xwe li bişirîna newalê digire berdestê sibê li wê bedewiyê

*Bi destûra helbestvanî ye.