A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hamid Omerî - Kalolîmnos
340 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hamid Omerî - Kalolîmnos

şev çû şîrê şi’r diquse

dadikevin ji çiyê lê kes nagihîje sîrsîrkê te got erê
loma pê bi bin zarûyan nakeve kalolîmnos
sênc di singa aştiyê re diçe te nedît taxê deng veda: ziber’e

tûmikê dawî sê serî pîvaz bûn alav didan ji hewşa qewmekî
bi elifbêyeke neçar bi ser erda şûv de diajotin: dipêşunnn
jixwe nayê birrîn ev mahr berdêl giran e
berbûbiviyanî jî dizanin dê pirr bikişîne xwe ev qumaş
bi dilê civatê dikeve zêr’î li refika jêrîn e bêje wan:

ev e mirina qewmê bedew

wext çû dest ji cıvata kardoxan nabe
şev li zimanê şi’r digere

qet nevirvirîne ser maseyê medreb vala ye
mi’go ilmê kesî nagihêje ometa nû
çaviya wir jî nakeve serî qeda pê keve
lewma nakene rojhilatanavîn
bibîne li ser dev dirêjkirî bi destarê destî
dihêre sînorên te

herê way!
bilind dibe dil nade xwe dan dimîne di conî de
li xwe negire ev omet wek pelek dikeve
ji sumerê heta enedolê
namîne dil li ber serayê

satilê deyne ber xwe apê min tune bavê min silhedîn e
çavên xwe nerevîne qet mebêj mehabeten û ulfeten
û bes carek ji rêç û rengê elîbêtka me daqurtîne ne zor e
dewxa te naçe netirse mirûzê xwe tirş neke dîsa: dizêrînnn


ji bilî gotinan kes di eynê xwe re dernaxe
divê biçim kalolîmnos

şair im dibêjim te qewmê min
gopalê xwe bavêje ewa qer
wa cihêzê serxwebûnê belav dikin: dizêrunnn
derabe hindik ma bê girtin axîna xwe berde bêj li me bi tobe


firidî saw kardoxan merwendik li avê xist
ha ma li qeraxê xe
dinya kerr e elîbêtka xwe derxe
bi pêş’û bilêta xwe bibirre
vegere mala xwe kalolîmnos

şev çû şi’r ket guhanê şevê
destê şair ji kurdistanê nabe te got erê

*Bi destûra helbestvanî ye.