A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hamid Omerî - Încas û Kilameke Tî
210 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hamid Omerî - Încas û Kilameke Tî

kilamek biavêje ser meqsed û miradê bîra xwe
bêj ji bîrê bêtir me ava xwe kişand binhişê xwe
te dît ewr ditengijin li jor ji bo bîrê
digrîn dibuşkuvin ji hev lew tirş dimînin încas
bi bîna metroyê dikevin diçikin kanî

pirr in navên te hew tên bîra min lê yek bes e
ez ê bi peyatî biçim bi vingeving xwe wer bikim wê kewarê
heriya min di destê vatmanê kor de pelq û pelq e
tahtê dilê wan tekûz e ewrê te li kû nin
bîra min tî ye şil nabe zimanê wê xêra xwe hinek li bîrê xe
bêj çima pêplûk wek kilora marê reş li ser dilê min

girhebeş li dawiya metroyê kevirên xwe germ dike ha
di serê wan nede dasên wan zengarî ne billeh
na hêsanê xwe nadim bi wê tabîrê ez ê wî milê sor kaş kim
bihêle ez ê piçek şerm bikim jixwe ji îskeîska bîrê

metro naçe heta wir pelqepelqa canê min e vatmanê kor
dibêje çawa ye kitana bixwîn bîra min tî em bilezînin
dixwazin keziyan weynin bidrûn ewrên tengijî bi bîra xwe
nizanin bavê me venagerin wek bavên xelkê bi beîvên tahl

qulancên încasê xwe dirêj dikin li ser dilê min
sefera dawî ye navê te pirr in lê yek bes e eger edl hebe

*Bi destûra helbestvanî ye.