A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Hamid Omerî - Hêjîr
346 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Hamid Omerî - Hêjîr

digre ber şibakeya te hêjîr ez bim derîne ji salnameyê wê stranê
ji derencokê valahiyê ji kolanê tirsê
pê dihisin bila bihisin cîran kalîn qarîn nûzîn
ji pêşmala min a rengîn ji berdestê sibê heta esra teng

ax tiliyên te çiqas bedew in

tev de vedikêşin ji tirsa ev der sîdretul munteha ye
bihêle bila biweşin ji satilokên kevn texzelok
tu dernaxî çîka xwe ji sêncê digre ber deriyê te hêjîr
ez bim derîne ji salnameyê giyagewrikê dev ji hilanokê berde
eniya xwe bide eniya min bila pê bihise bajêr

ax çavên te çiqas reş in

emrê min dipeke tu dibînî dem berjêr e xwe nagrin sal bi ber nakevin
ji wê şevê ji wî palikî çavên te dimînin di xerîbiya min de
digre ber dilê te hêjîr qewarkirî dimîne dil
ez bim birîna xwe hew nîşanî min bide baş nabe bi şîrê hêjîrê

ax lêvên te çiqas şil in

ji te heye ez çûm ne cî li min teng bû te ji wê salnameyê girt
ax dilê min dike di devê min re derkeve
me ji hev xwar tenêtiya min ma di dest de birîndar
ez bim sond bi wê hêjîrê ji wê salnameyê bigre saetê bihêle hez dikim ji eşqê

ax jiyan bi te re çiqas xweş e

*Bi destûra helbestvanî ye.